Di operasîyonekê de ku îro li Gevera navçeya Colemêrgê a bakûrê kurdistanê pêk hat, 7 gerîla hatin berteref kirin.
Li gorî beyaneke nivîskî a wezareta karên hundir a Tirkiyê, îro li navçeya Geverê a girêdayî parêzgehîya Colemêrgê a bakûrê kurdistanê, tîma Cendermeyan operasîyonek li dijî gerîlayên parta karkerên kurdistanê PKK’ê, pêkanîn.
Her wiha eşkere kir, tevî êrîşa bejayî, balefirên cengî ên Tirkiyê, piştgirî dikir û pêgeha PKK’ê li sînorê Geverê bordoman kirine.
Agahî didin xweya kirin, 7 gerîlayên PKK’ê di êrîşê de hatine berteref kirin.
Li rojên dawyê, arteşa Tirkiyê di çarçûveya operasîyona pencê de, êrîşên xwe li bakûrê kurdistanê û başûrê kurdistanê dijwar kirine, wezareta parastina neteweî di de eşkere kirin ku arteşa Tirkiyê pêtrî 400 gerîlayên PKK’ê di operasîyona pencê de berteref kirine, PKK’ê dengê xwe nekirîye.