Hemwelatîyekê navçeya Çemankê di êrîşa ser PKK’ê de şehîd ket
Erebeyeka gerîlayên PKK’ê li sînorê navçeya Çemankê a başûrê kurdistanê, kete ber êrîşa balefirên cengî ên Tirkiyê û zirarên mezn bi gerîlayan ketine, her wiha Hemwelatîyekê wê navçeyê jî şehîd ket.
Balefrên cengî ên Tirkiyê, êvara roja çarşemî erebeyeka gerîlayên PKK’ê, li geliyê gundê (Kanî Mazê) ê navçeya Çemankê li devera Gare a li sînorê parêzgehîya Dihokê bordoman kirin û zirarên herî mezn gihandin PKK’ê, lê belê Hemwelatîyekê sivîl navçeyê jî şehîd ketîye.
Li gor zanyariyên taybet ku bi dest Darka Mazî yê ketine, êvara roja çarşemî 25/9/2019 piştî ku erebeyeka gerîlayên parta karkerên kurdistanê PKK’ê, çûye di sînorê gundê (Kanî Mazê) li havîngeha geliyê Kanî Masê li nêzî dikana hemwilatîyê bi navê (Yûsif Cemal Umer), kete ber êrîşa balefirên cengî ên Tirkiyê û bi timametî hat şewtandin û jinav birin.
Zanyarî ên herî dawî amaje dikin ku tev gerîlayên di wê erebeyê de hatine kuştin û tu kesek jê qurtal ne bû, lê hemwext, hemwilatî ê bi navî (Yûsif Cemal Umer) ku li dest pêkê birîndar ketbû, piştre ji ber dijwariya birîna wî, şehîd ket.
Gerîlayên PKK’ê li vê dawyê jibo ku zirar bigehe xelkê sivîl ê navçeyên sînorê parêzgehîya Dihokê, her wiha ji bo ku xwe ji êrîşên arteşa Tirkiyê qurtal bikin, berdewam û bi enqest hatuçû hereketên xwe û erebeyên xwe xistine ser rêyên gundan û wan navçeyên ku sivîl têde jiyanê dikin.
Xelkê navçeyê jî toreîyeka herî zêde li cem wan çêbûye û dixwazin PKK’ê navçeyên wan çûl bike jibo ku navçeyên wan nebine meydana şer.
Li gor amarên fermî ên hikûmeta herêma kurdistanê, tenê di îsal de, nêzî 10 hemwilatî ên sivîl ên herêmê di êrîşên Tirkiyê de li sînorê parêzgehîya Dihokê û her wiha navçeyên binara qendîlî û xwakurkî, şehîd ketine, lê belê xelkê navçeyê PKK’ê bi sedema sereke dibîne, ji bo ku ew dibînin, ger PKK ji navçeyên wan dûr bin, arteşa Tirkiyê wê êrîşê navçeyên wan neke.