Arteşa Tirkiyê û hêzên cendirmeyan îro roja pêncişemî, operasiyon li Elbaka navçeya Wanê pêkanîn, zirar li stargehên PKK’ê xistin.
Parêzgehîya Wanê a bakûrê kurdistanê di beyaneke nivîskî de eşkere kir, îro arteşa Tirkiyê û hêzên cendirmeyan operasiyon dijî parta karkerên kurdistanê PKK’ê, li navçeya Elbakê a girêdayî Wanê pêkanîn û zirar bi PKK’ê ketine.
Li operasiyona dijî PKK’ê de, cendirmeyan alavên jiyanê ên gerîlayan bi dest xistin, her wiha hejmareke stargehên wan hatin îmhe kirin.
Arteşa Tirkiyê li rojên dawî hereketên xwe ên dijî PKK’ê li bakûrê kurdistanê û navçeyên başûrê kurdistanê dijwar kirine, wezareta parastina neteweî a Tirkiyê behsa zirarên canî ên gerîla kirine ku pitir 20 gerîla tenê li vê hefteyê li navçeya cuda cuda berteref bûne.
Duh jî li navçeya Kanî Mazê a başûrê kurdistanê, balefirên cengî ên Tirkiyê erebeyeke gerîlayan bordoman kir, tev gerîla ên ku têde bûn, hatine kuştin, lê belê hem welatiyeke başûr şehîd ket.