Îranê 33 xortên kurd di îsal de bi darve kirine

Îranê 33 xortên kurd di îsal de bi darve kirine

Komara îslamî a Îranê, îro jineke kurd a bajarê Sine li zîndana navendî bi darve kir, ev jî sizayê 7ane li 2 rojên bûrî li derheqa kurdên rojhilata kurdistanê de tê bicîkirin, hemwext îsal hejmara kurdên ku hatine bi darve kirin derbasî 33an dibe.

Pêgeha hengaw a taybet bi melefa mafên mirovan li rojhilata kurdistanê zanyarî weşandin, desthilatdarên rijêma Îranê îro roja pêncişemî 26/9/2019 jineke kurd a bajarê Sine li zîndana navendî a bajar bi darve kir, duh roja çarşemî 25/9/2019 bi sûça kuştina bi mebest 2 xortên Luristan û Kerecê, li zîndanên wan bajaran bi darve kirin.

Li roja sêşemî 24/9/2019an de, bi sûça ticaret kirinê bi maddeya hişber, 3 xortên din ên kurd hatine bi darve kirin, bi hejmar kirina tev haletan, kurdên ku li 2 rojên bûrî de Îranê bi darve kirine, dibe 6 xurt û jinek.

Hengawê eşkere kir, xortên sizayê bi darve kirinê li ser hatî bicîkirin, rûniştvanên navçeyên Dizyê û Mergewerê, Ormîyê, Loristan û sne ên rojhilatê kurdistanê ye.

Li gor agehiya Hengawê, xortên kurd ku li 2 rojên bûrî hatine bi darve kirin evin:

Reûf Hacî Sedîq – Dizê a Mergewrê

Îbrahîm MihemedPor – Dizê a Mergewrê

Şehabeddîn Ehmedpor – Ormîye

Soltan Fethî – Loristan

Mucteba Suleymanî – kerec

Nawî Elî Emîzade – Ormîye

Leyla Zerefşan – Sine

Her wiha tesbît kir ku ev xort û jina kurd ên rojhilat, ji roja sêşemî ta îro roja pêncişemî hatine bi darve kirin û Hengawê amaje kir, xortekê dinê kurd ku li zîndana Ormîyê binçav kiriye biryar bû duh were bi darve kirin, lê belê ji berî bicî kirina sizayan, jibo zîndana wî car din hat veguhastin.

Îran di bicî kirina sizayê bi darve kirinê de ji wilatên pêşenge li Cîhanê, lê belê pitirya keysên bi darve kirinê ên kurdên rojhilat, bi sûça tecaret kirina bi maddeya hişberê ne.

Hengaw rêkxistineke rojhilat a kurdistanê ye, di melefa mafê mirovan de tekoşînê dike, mehane amarên zirarên kolberan, her wiha bi darve kirina xortên kurdan eşkere dike, amara wê a herî dawî eşkere kiriye, ji Newroza îsal 2019an, 27 xortên kurdan li rojhilata kurdistanê bi darve kirine, sûçên wan girêdayî kuştin û maddeya hişberê bû.

Rêkxistna hengaw tesbît dike ku hemwilatî ên rojhilata kurdistanê ku rijêmê bi darve kirine, ji parêzgehî yên Îlam, Kirmanşan, Sine û Xurasan û her wiha Loristanê ne, lê belê pitirya wan ji parêzgehîya Ormîyê ne.

Îranê 33 xortên kurd di îsal de bi darve kirine

Pustên heman beş