Lîsta kurdistanî li Kerkûkê tê avakirin

Lîsta kurdistanî li Kerkûkê tê avakirin

Partên kurdistanê biryara xwe dan ku bi hevbeşî tevlî hilbijartina encûmenên parêzgehî yên bajarê Kerkûkê bibin û jibo vê, wan komîteke hevbeş û lîsta kurdistanî avakirin.

Polîtbîro ên parta demokrat a kurdistanê (PDK’ê) û yekîtiya niştîmanî a kurdistanê (YNK ’ê), îro li Hewlêra paytexta herêma başûrê kurdistanê, digel part û aliyên siyasî ên parêzgehîya Kerkûkê civiyan, ev civîn weke haziriya hilbijartina encûmena parêzgehîyê ye ku tê çaverê kirin li Nîsana sala 2020an were encamdayîn.

Civîna îro li baregeha komîta serkirdayetiya (PDK’ê) birêve çû, tevî aliyên kurdistanî ên li Kerkûkê xebatê dikin beşdar bûn, avakirina lîsta hevbeş û komîta kar a ji bo haziriya hilbijartina encûmena parêzgehîyê, babeta nîqaşê bû, piştre aliyên di civînê de, avakirina lîsta hevbeş ku li civîna berê biryara wê derxist bû, navê lîsta kurdistanî lê kirin.

Tev partên başûrê kurdistanê ku li Kerkûkê de xebata wan heye, tevlî lîsta kurdistanî a Kerkûkê bûn, lê belê tevgera bi navê Newey Niwê a Şasiwar Ebdulwahid seroktiya wê dike, ret kir ku beşdar bibe.
Ev civîna wefdên (PDK ’ê) û (YNK ’ê) lidor hilbijartina parêzgehîyan li Kerkûkê a duyemîne, li roja pêncişemî 26/9/2019an civîna yekemîn hatbû li dar xistin û têde biryara civîna îro hatbû dayîn.

Rayedarên partên (PDK ’ê) û (YNK ’ê) eşkere kirbûn ku di nîqaşê de, hengavên baş hatine bi dest xistin, babeta sereke a beşdariyê di hilbijartinê de bi lîsteke hevbeş bi destkefteke mezn tê hesab kirin.
Parta demokrat a kurdistanê berya niha piroseya siyasî li Kerkûkê baykot kirbû, (PDK ’ê) dixwest rewşa Kerkûkê jibo berî 16 Oktobera 2017an were vegerandin, piştre ewê tevlî pirosê bibe.

Pustên heman beş