Li hin qadên li navend û navçeyên Colemêrgê ji bo 15 rojan weke herêma ewlehiyê a taybet hatin îlan kirin.
Di daxuyanî a parêzgehîya Colemêrgê de da hat diyar kirin, ji bo ku arteşa Tirkiyê û hêzên cendirmeyan wê operasiyonên hemwext li derdûra parêzgehîya Colemêrgê pêkbînin, li hin navçeyan qedexe hat îlan kirin.
Eşkere kir, heyama qedexeya ku jibo çalakiyên ewlehiyê ên li dijî PKK’ê tê pêkînan, wê 15 rojan dewam bike.
Dîsa di daxuyaniyê da hat dest nîşan kirin ku ji ber êrîşan welatî nikarin xebatên xwe ên abûrî û civakî bimeşînin, ji mafê xwe ê torîzmê mehrûm dimînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gor qanûnan herêmên di nav sînorên navenda bajêr, Çelê, Şemzînan û Geverê ji 29ê Îlonê heya 13î cotmehê weke herêma ewlehî a taybet hatin îlan kirin, qedexeye ku wilatî bê destûr têkevin nav van herêman.