zirarên nû ên PKK’ê li bakûrê kurdistanê

zirarên nû ên PKK’ê li bakûrê kurdistanê

cendirmeyan operasiyon birin ser malekê li taxa Dêrkê

Parta karkerên kurdistanê PKK’ê zirareka din li bakûrê kurdistanê dît, arteşa Tirkiyê hinek gerîlayên din li Mêrdînê berteref kirin.

Parêzgehîya Mêrdînê di beyaneke nivîskî de eşkere kir, îro roja şemî fermandarî a cendirmeyan operasiyon birin ser malekê li taxa Dêrkê û di şer û pevçûnê de, 2 gerîla canê xwe ji destda.

Eşkere kir, hinekî sîlah û cibilxane ên gerîlayan hatin girtin ku ji  (tivengek, debançeyek, 2 bombeyên destan, 3 tivengên nêçîrê, 202 gulle, 2 radiyo û 2 panelên vejena tavê) hatin girtin.

Hat dest nîşan kirin ku ji bo ku hemwelatî bi ewlehî jiyana xwe bidomînin operasiyonên dijî endamên PKK’ê wê bi biryardarî dewam bikin.

Parêzgehîya Mêrdînê behis kirine ku pevçûn di navbera Cendirme û gerîla derket holê, lê belê xweya nekir kanê çi zirareke canî bi cendirmeyan ketine.

Pustên heman beş