Balefrên cengî PKK’ê li sînorê Şêladzê bordoman dike

Balefrên cengî PKK’ê li sînorê Şêladzê bordoman dike

Di êrîşê de PKK’ê 7 gerîla ji dest dane

Balefrên cengî ên Tirkiyê, îro êrîşeke asîmanî li dijî PKK’ê li herêma başûrê kurdistanê pêkanîn, wexta ku navend û hereketên gerîlayan, li sînorê navçeya Şêladzê bordoman kirin, wezareta parastina neteweî a Tirkiyê jî dibêje: 7 gerîla hatine berteref kirin.

Li gorî hinek zanyariyên taybet ku bi dest Darka Mazî yê ketine, îro roja duşemî 30/9/2019 li sat 11:30 sibê, balefirên cengî ên arteşa Tirkiyê, êrîşeke berfireh kirine ser gerîlayên PKK’ê û hereketên wan li gundê bi navê Sîdan ê girêdayî navçeya Şêladzê bordoman kirine.

Zanyarî eşkere dikin ku hereketên PKK’ê li çîyayê bi navê Xalê ku dikeve hindava gundê Sîdan li sînorê Şêladzê a navçeya Nêrwe û Rêkan ku girêdayî parêzgehîya Dihokê li herêma başûrê, bûne amanca balefirên cengî.

Tevî ku xelkê navçeyê texmîna hebûna zirarên canî kirine, wezareta parastina neteweî a Tirkiyê jî beyaneke nivîskî weşand û têde eşkere kiriye ku ev êrîş di çarçûveya operasiyona pencikê de hatye kirin û 7 gerîla hatine berteref kirin.

Pustên heman beş