Tirkiyê 2 endamên HDP’ê bi sedema PKK’ê girtin

Tirkiyê 2 endamên HDP’ê bi sedema PKK’ê girtin

Hêzên ewlehiyê ên parêzgehîya Amedê a bakûrê kurdistanê, îro 2 endamên parta demokratîk a gelan HDP’ê, bi sûçeke PKK’ê binçav kirine.

Li gor beyaneke parêzgehîya Amedê, îro roja duşemî 30/9/2019 hêzên ewlehiyê ên parêzgehîyê operasîyonek ji boy girtina hinek alîkarên parta karkerên kurdistanê PKK’ê li navenda Amedê dest pê kirine.

Hat tesbît kirin, di operasiyonê de, du endamên parta demokratîk a gelan HDP’ê hatin girtin, lê belê sûça yek ji wan şandina pêwîstiyên saxlemî jibo PKK’ê bû.

Serdozgerîya giştî a Amedê, her rast fermana binçav kirina wan der kir û jibo lêkolînê midurîyeta hêzên ewlehiyê xebata xwe meşandin.

Hikûmeta Tirkiyê ji sala 2016an de operasiyonên xwe jibo desteserkirin û zîndan kirina endamên HDP’ê didomîne, sûça tevî endamên HDP’ê ên ku dest bi ser bûne, alîkarî û endametî a PKK’ê ye, li pêşiya wan Selaheddîn Demîrtaş, hevserokê berê ê HDP’ê.

Pustên heman beş