Artos kîye û bi tu awayî ket destê dijmin?

Artos kîye û bi tu awayî ket destê dijmin?

Bayram başkala fermandarê parta karkerên kurdistanê PKK’ê ye, arteşa Tirkiyê wexteka dirêje li pey diçû, ew di kategorya gewr a metloban de bû.

Li gor hinek agahiyên wezareta karên hundir a Tirkiyê, li 14 îlona îsal 2019an, fermandariya cendirmeyan li dorbera bajarê Wanê ê bakûrê kurdistanê, êrîşek li ser navend û hereketên PKK’ê pêk anî.

Wek Tirkiya di de xweya kirin, di êrîşê de 5 gerîlayên PKK’ê hatin berteref kirin, lê belê yek ji wan gerîlayan Fermandarekê mezin ê PKK’ê ye.

Bayram başkala ku di nava rêxistinên PKK’ê de bi Artos tê nas kirin, Tirkiyê wexteka dirêje ew xist bû di kategorya gewr a metloban de, li wexta êrîşa dorbera Wanê, Artos li wir bû, zanyariyên Tirkiyê eşkere kirine ku ew yek ji wan 5 gerîlayan bû ku hatine berteref kirin.

Arteşa Tirkiyê di berê de xelateke bi qasî 300.000 lîreyan jibo girtin yan berteref kirina Artos danî bûn, ji roja ku êrîşa Wanê heya niha, PKK’ê û baska wê a leşkirî HPG’ê, nûçeya can ji dest dana fermandarê xwe Artosî, pişt rast ne kirine.

Artos kîye û bi tu awayî ket destê dijmin?

Pustên heman beş