Şirketên 22 wilatan hatine başûrê kurdistanê

Şirketên 22 wilatan hatine başûrê kurdistanê

Pêşangeha navdewletî a bazirganî a 13an li Hewlêrê a paytexta başûrê kurdistanê tê vekirin û 300 şirket û fabrîqe ji 22 wlatên cîhanê, tevlî pêşangehê ne.

Îro roja yekemîn a pêşangeha navdewletî a Hewlêrê jibo ticaretê dest pê kir, pêşangeh gera 13ane ku îro sibê ji aliyê Mesrûr barzanî ê ser wezîrê herêma başûrê kurdistanê hat vekirin, 300 şirket û fabrîqeyê hemecor ji 22 wlatên cîhanê ji bo ku tevlî pêşangehê bibin, rû kirine Hewlêrê.

Pêşangeha navdewletî a Hewlêrê, meselên ava kirinê, çandinîyê û hinek pirocêktên din li xwe digre, wê çar rojan bi dome.

Mesrûr barzanî, ser wezîrê herêma başûr di merasîma dest pê kirina wê de wiha axvî: “emê bi hemû awayekî piştgirî û hêsankarîyê jibo veberhênana biyanî bikin, em bi hêvî ne ev pêşangeh bibe derfeta li hevkirinan û vekirina kurîdorên ticareta navdewletî bi rûyê başûrê kurdistanê re”.

Di çarçûveya pêşangeha 13an a Hewlêrê de, 2 pêşangehên din ê girêdayî meselên xwarnê û çandinîyê wê were pêkanîn.

Pustên heman beş