Balefirên cengî erebeyeke PKK’ê li sînorê navçeya Mangêşkê jinavbir

Balefirên cengî erebeyeke PKK’ê li sînorê navçeya Mangêşkê jinavbir

Balefrên cengî ên Tirkiyê îro di êrîşeke asîmanî de ku li başûrê kurdistanê pêk hatiye, erebeyeke PKK’ê bordoman kir.

Li gur agahiyên taybet ku bi dest pêgeha Darka Mazî yê ketine, êvara îro roja sêşemî balefirên cengî ên Tirkiyê, erebeyeke gerîlayên parta karkerên kurdistanê PKK’ê, li nêzî doryana gundê Ozmana a girêdayî navçeya Mangêşkê li sînorê parêzgehîya Dihokê bordoman kirin.

Di êrîşê de erebeya ku gerîla têde bûne hat jinav birin û şewat tê derket, her wiha hat tesbît kirin ku 2 gerîla hatine berteref kirin.
Li rojên bûrî balefirên Tirkiyê erebeyeke din a PKK’ê li geliyê Kanî Mazê ê sînorê Dihokê kirbû amanc zirarên canî jî li PKK’ê xistin, her wiha hemwelatîyeke navçeyê jî şehîd ket.

Parta karkerên kurdistanê PKK’ê ji bo ku xu ji êrîşên balefirên Tirkiyê bparêze hereketên xwe xistin ser rê ên gundên başûrê kurdistanê, ev yek jî tevî ku tê gotin PKK’e bi enqest rêya xwe dixe navçeyên sivîlan, nerazîbûneke mezin a xelkê navçeyê li pey xwe aniye, ew dixwazin PKK’e ji gundên wan dûr be û navçeyên wan neke meydana şerên xwe.
Li gur daxuyaniyên fermî ên hikûmeta başûrê kurdistanê, bi egera êrîşên Tirkiyê li ser PKK’ê li nav sînorê herêmê, di îsal de bi dehan sivîl bûne qurbanî.

Pustên heman beş