Balefirên Tirkiyê 2 erebeyên PKKê li Mangêşkê jinavbirin

Serokê lîsta hevpeymaniya kurdistanî hat hilbijartin

Balefirên cengî ên Tirkiyê îro di êrîşeke asîmanî de ku li başurê Kurdistanê pêk hatiye, 2 erebeyên PKKê bomb baran kirin.

Li gor agahiyên taybet ku bi dest pêgeha Darka Maziyê ketine, êvara îro roja sêşemî balefirên cengî ên Tirkiyê, di du êrîşên li pey hev de, 2 erebeyên çekdarên parta karkerên Kurdistanê PKKê bomb baran kirine.

Erebeya yekemîn li nêzî doryana gundê Ozmana ê girêday navçeya Mangêşkê li sînorê parêzgehiya Dihokê bûye amanca balefiran, a duyemîn jî li ser êya sereke a gundên Harîna û Dobankê ên girêday heman navçeyê, dengoyê kuştina du çekdarên PKKê heye.

Li rojên dawiyê balefirên Tirkiyê erebeyeke din a PKKê li gelyê Kanî Mazê ê sînorê Dihokê kirbû amanc zirarên canî jî li PKKê xistin, her wiha hemwilatyekê navçeyê jî şehîd ket.

Parta karkerên Kurdistanê PKKê ji bo ku xwe ji êrîşên balefirên Tirkiyê bi parêze hereketên xwe xistin ser rê ên gundên başûrê Kurdistanê, ev yek jî tevî ku tê gutin PKKe bi enqest rêya xwe dixe navçeyên sivîlan, nerazîbûneke mezin a xelkê navçeyê li pey xwe anye, ew dixwazin PKKe ji gundên wan dûr be û navçeyên wan nekete meydana şerên xwe.

Li gor daxuyaniyên fermî ên hikûmeta başûrê Kurdistanê, bi egera êrîşên Tirkiyê li ser PKKê li nav sînorê Herêmê, di îsal de bi dehan sivîl bûne qurbanî.

Pustên heman beş