Hikûmeta Tirkiyê îro dest pê kirina qonaxeke nû ji cenga dijî PKK’ê ragihand û eşkere kir, operasyonên dervey wlat wê dewam bikin.
Dewam kirina cenga li dijî parta karkerên Kurdistanê û her wiha alîgirên tevgera Xizmet a Fethulla Gulen û bilez xistina hengavên leşkirî ên ji bo dirist kirina Herêma Ewlehiyê li bakûrê Sûriyê, hinek biryarên girîng ên civîna encûmena ewlehiya Tirkiyê bû.
Îro roja sêşemî 1/10/2019 Suleyman Soylu, wezîrê karên hundir ê Tirkiyê hinekî zelalî li ser encama civîna encûmena ewlehiyê dan û wiha axivî: Operasyona dervey wlat wê bi dome, ew ji cenga dijî PKK’ê paşde na çin, ji bo vê piştî bi dawî bûna operasiyona werzê havînê, emê dest bi cenga payîz û zistanê bikin.
Soylu di beyaneke nivîskî de, hinek amar eşkere kirine ku di werzê havênê de, arteşa Tirkiyê pêtirî 12 hizar operasyon li nava Tirkiyê û derve kirine, lê belê zirarên canî ên PKK’ê ne anîn ziman.