Supa Wê derbazî rojhilatê Firatê bibe

Supa Wê derbazî rojhilatê Firatê bibe

Ew moleta Tirkiyê ji bo navçeya aram bi Emerîkayê day, bi dawî hat û serokomarê Tirkiyê dibe: “Enqere wê tekalî derbazî rojhilatê Firatê bibe”.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, evro careke din di derbara navçeya aram de ewa wê li rojhilatê Firatê li bakûrê Sûriyê were avakirin, hoşdarî dane emerîkayê û got: “moleta ku jibo hemahengî û karê hevbeş bi Waşintonê hatiye dan bi dawî bû, lew Enqere dê tekalî derbazî rojhilatê Firatê bibe”.

Tirkiyê li hefteya bûrî moleta 7 rojan jibo Emerîkayê dest nîşan kirin ku ger bi kiryar gavan jibo avakirina navçeya aram nehavêje, Tirkiyê wê tekalî leşkeran bişîne bakûrê Sûriyê, ev moleta digel bi dawî bûna meha Sêptamberê bi dawî hatye.

Erdogan li civîna netewên yekbûîy a hefteya bûrî de ragihand bû: “wilatê wî dixwaze navçeya aram bi rûbera 480 KM û bi kûratîya 30 KM li bakûrê Sûriyê ava bike, pilana Enqere bicî kirina 2 milyon penaberên sûrî ye li wê navçeyê”.

Wek Erdogan dibêje, ger navçeya aram hate avakirin, hejmara penaberên sûrî li Tirkiyê wê kêm bibe, hemwext wê yekîneyên parastina gel YPG’e ji sînorê Tirkiyê dûr bibin.

Bi avakirina navçeya aram gotina wezîrê derve ê Tirkiyê Mewlud Çawîşoxlo wê bicî were dema got: “Tirkiyê dixwaze li ser mêza diyalogê û navçeyê bihêz be”.

Emerîka û Tirkiyê rêketin li ser avakirina navçeya aram kirine, heya niha hejmareka gerên hevbeş ên çavdêrîyê li rojhilatê Firatê encam dayîne, lê Tirkiyê daxwaza bilez kirina gavên avakirina wê navçeyê dike.

Pustên heman beş