Silêmanîyê festîvala xwe a sînemayê bi dev xweş kirinê jibo PKK’ê dest pê kir

Silêmanîyê festîvala xwe a sînemayê bi dev xweş kirinê jibo PKK’ê dest pê kir

Festîvala Silêmanîyê a navneteweyî a sînemayê, duh dest pê kir 134 film ji 79 wilatên cîhanê têda beşdarin, lê di yekem Fîlima festîvalê de, dev xweş kirineke herî zêde ji bo PKK’ê  pêve eşkere bû.

Çaremîn festîvala navdewletî a sînemayê li Silêmanîyê dest pê kir û di merasîma vekirina festîvalê da, Mela Bextîyar serokê desteya kargêrî a mekteba siyasî a yekîtiya niştîmanî û herwiha serokê festîvalê gotarek pêşkêş kir.

Mela Bextîyar gotara xwe wiha dest pê kir: bi dilxweşîya neyaran û aza kirina Gardena neyarên festîvalê, festîvala me gihîşt qonaxa çaremîn.

Ev gotin weke amajeyekê bûn ku kartêkirina aloziyên nav yekîtiyê gihaye festîvala Silêmanîyê a sînemayê her wek Mela Bextîyar dibêje: her sal giriftek heye, sipasî wan kesan jî kir ku budce a festîvalê xeric nekirî.

Festîvala Silêmanîyê nîşandanên xwe bi fîlimekê li dûr parta karkerên kurdistanê dest pê kirin ku her çende senaryoya fîlimî dûr rastiyê ye, fîlimekê fantaziya û xeyal zêde pêve diyare, weha jî dihêt xwendin ku ji bilî dev xweş kirinê jibo PKK’ê, çi wateyeke wê a din tune bu.

Hêja gotinê ye, pitirya wexta festîvalê ne jibo nîşandan fîliman û çalakiyên sînemakaran hatiye rêxistin, belku jibo ahengan, digel wan xelatên rewacê ên ku çi peywendî bi karên sînemayê ve neyî.

Pustên heman beş