PKK’e dixwaze jêrxana abûrî a başûrê kurdistanê lawaz bike
Firokên leşkirî ên supa yê Tirkiyê, îro xalên parta karkerên kurdistanê PKK’ê, li sînorê navçeya Çemankê bordoman kirin, her çend ku zîyan hêjan ne xweya ne, lê êrîşa ev car li nêzîka palawgehên petrolê hatine kirin.
Êrîşên supa ê Tirkiyê li ser çekdarên PKK’ê li bakûr û başûrê kurdistanê berdewamin, êvara îro roja çarşemî 2/10/2019ê, firokên cengî xalên PKK’ê li sînorê navçeya Çemankê a girêdayî parêzgehîya Dihokê kirine amanc.
Zanyariyên ku bi dest Darka Mazî ketine xweya dikin, firokên Tirkiyê du roket li navçeya Hisara Bîrîkat li aqarê gundê Bîrîkat ê girêdayî navçeya Çemankê li sînorê devera Gare, avêtine PKK’ê.
Herwiha cihê ku ev car ketîye ber êrîş û Bordomanên Tirkiyê, bi dûratiya 800 metran bûn ji palawgehên petrolê, ev jî wê di tesbît dike ku PKK’e dixwaze jêrxana abûra herêma başûrê kurdistanê raste rast amanc bike.
Li rojên rabûrî firokên Tirkiyê çend êrîş kirine ser bizavên çekdarên PKK’ê li sînorê parêzgehî a Dihokê, pitirî 5 çekdaran jî kuştine.
Her çend ku xelkê navçeyê nerazîbûn ji nêzîkî a PKK’ê bo sînorê gundan û cihê rûniştvanên sivîl heye, ew dixwazin PKK’e dûrî navçeyên wan bibe, daku zirara êrîşên Tirkiyê negehe wan.
Êrîşa êvara îro ya sînorê navçeya Çemankê li wextekê ye ku çend şirketên bîyavê petrolê yên cîhanê, karê berhem anîna petrolê bi herêma kurdistanê dikin, PKK’ê îro li sînorê parêzgehî a Dihokê xwe nêzîkî yek ji palawgehên petrolê kir, lê ew bi dûratiya 800 mi j bingeha wan palawgehan bûne amanca roketên Tirkiyê.