Potîn: Îranê êrîşî ser aramko nekiriye

Potîn: Îranê êrîşî ser aramko nekiriye

Serokê Rûsya federal îro red kir ku Îranê dest di gel êrîşa ser aramko hebe û herwiha got: Emerîkayê dîkomênt liser tehranê nîne.

Filademêr Potîn îro roja çarşemî 2/10/2019 li dûr mijara aloziya Îranê û S’ûdîyê û herwiha Emerîkayê daxuyanî da û wiha got: Îranê êrîşî şirketa aramko nekiriye, ne Emerîkayê û ne çi wilatek din dîkomênt li ser Îranê nîne.

Potîn îro li kongireyeke abûrî û Enercî li Mosko axvî û her wiha got: li çarçûvê civînên netewên yekgirtî de, Firansayê hewlên rêxistina civînekê li navbera Emerîka û Îranê de kir lê Îranê jibo civîna di gel Emerîkayê, rakirina siza û dorpêçaên liser wê hatine sepandin dike.

Li 14 meha Îlonê ya îsal, şirketa neteweyî a petrola S’ûdîyê aramko kete ber êrîşeke asîmanî, Emerîka û Erebistana S’ûdîyê dibînin ku Îranê êrîş encam daye.

Pustên heman beş