Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi tundî bersiva Erdogan da

Robyo-Ardogan

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bersiveke tund da rexneyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan.

Erdogan, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi wê yekê tometbar kiribû ku sozên xwe yên ji bo bidawîkirina şerê li Xeze û Ukraynayê bi cih neanîne.

Erdogan, dema ku ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû, di hevpeyvîneke xwe ya bi Fox Newsê re got ku şerên li Xeze û Ukraynayê bi dawî nebûne.

Erdogan sozên Trump ên di dema hilbijartinê debi bîr anî ku gotibû dê her du şeran bi dawî bîne û got:

“Trump got, ‘Ez dê şerê Rûsya-Ukraynayê bi dawî bikim’. Ma qediya? Na. Got, ‘Ez dê şerê Xezeyê bi dawî bikim’. Ma qediya? Na.”

Gotinên Erdogan, di weşaneke din a Fox Newsê de ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re hatin pirsîn.

Rubio bersiveke tund da rexneyan û got, “Serok (Erdogan) ava dike da ku bi Trump re bicive.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê wiha got, “Serok dikarin çi bixwazin bibêjin lê di dawiyê de dema ku çareseriyek pêwîst be, dixwazin werin Koşka Spî.

Serokkomar Erdogan jî vê hefteyê ji bo hevdîtina bi Serok re tê Koşka Spî.

Hemû dixwazin bi Trump re biaxivin, dixwazin ku ew pirsgirêkê çareser bike.

Rastî ev e ku îro jî civînên me hene û serok hema bêje lava dikin ku bibin beşek ji van civînan.

Ew telefon dikin û dibêjin, ‘Me jî tevlî bikin, derfetekê pênc xulekî bidin me’.”

Pustên heman beş