Topxanên Tirkiyê çîyayê Kure jar bi sextî bordoman dike

Topxanên Tirkiyê çîyayê Kure jar bi sextî bordoman dike

Topxanên supayê Tirkiyê îro roja pênc şemî çîyayê Kure jar ewê dikeve hindava navçeya Şêladzê bi sextî bordoman kir, zîyanên PKK’ê jî hêjan nexweyane.

Li gur hinek çavkaniyên Darka Mazî yê, îro roja pênc şemî 3/10/2019 li demjimêr 1:00 paş nîvro, Topxanên supayê Tirkiyê navendên parta karkerên kurdistanê li çîyayê Kure jar ê hindava navçeya Şêladzê bi sextî bordoman kir.

Bordomana Topxanên supayê Tirkiyê bo dema 15 xolekan berdewam bû , lê hêjan zîyanên bordomanê ku gihane PKK’ê nexweyane.

Wezareta parastina neteweyî a Tirkiyê çi agahî li dûr bordomana îro nedane, lê tenê daye zanîn ku operasiyona wan li dijî PKK’ê dê li nav û derve a Tirkiyê berdewam be.

Pustên heman beş