TEV-DEM bi guherîna demografiya rojava Kurdistanê raziye

TEV-DEM bi guherîna demografiya rojava Kurdistanê raziye

Tevgera Civaka Demokratîk ku bi seywana siyasî a yekîneyên parastina gel YPGê, balê sereke ê hêzên Sûrya ya demokratîk HSDê tê hijmartin, pêşwazî li bîroka vegerîna aware û penaberên Sûrî ên li Tirkiyê ji bo navçeyên rêveberya xweser kiriye, ev razîbûn jî di çarçûveya rêkketina diristkirina Herêma Aram da hatiye, ger ev yek çêbû, ramana wê dê razîbûn be bi guherîna dîmografî ya rojava Kurdistanê.

Emerîka û Tirkiyê rêkketin li ser avakirina Herêma Aram li Rojhilatê Firatê kiriye, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê hişdarî ji wê rêkketinê dayne, jiber ku wê tiris heye demografiya rojava Kurdistanê were guherîn weke çawa demografiya Efrînê hatî guherîn û xelkê wê hatî neçar kirin jê derbikevin, lê berevajî Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê çi nerazîbûn li ser rêkketinê nîne û razîbûye awareyên Sûrî li navçeyên rêveberiya xweser werin xwecih kirin.

Aldar Xelîl, endamê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEMê û berpirsê têkiliyên wê ên derve bo rojnama Şerqulewset wiha axvî: “Me çi griftek li ser vegerîna awareyên Sûriyê ên li Tirkiyê bo navçeyên rêveberya xweser nîne, di rastî de ew gelê Sûriyê ne û wan maf heye li vê navçê bijîn, her çend ku serokkomarê Tirkiyê wan awareyan jibo meramên xwe bikar tîne daku bi rêya wan maytêkirinê di karên navxwe ên Sûriyê da bike”.

Xelîl dibêje: “Erdogan dixwaze bi rêya vegerîna awareyan, rûberê cugrafya li bin kontirola HSDê bixete bin çenga xwe”.

Ev daxoyanya Aldar Xelîl, bi ramana wê yekê tê ku ew temam ji niyeta Erdogan ya vegerandina awareyan bo navçeyên rêveberya xweser fam diken, lê di ser wê yekê re razîne, anku aware wê bihên vegerandin, lê Erdogan wê li wan navçeyan desthelatdar be ku aware dê lê hên xwecih kirin, ne rêveberya xweser, bi kurtî raman radest kirina navçeyên rêveberiyê bêy şer ji bo Erdogan.

Li gor rêkketina Waşinton û Enqerê, Herêma Aram wê li Rojhlatê Firatê bi dirêjahiya 70 ta 80 kîlometran were avakirin, anku wê navçeyên li navbera Serê Kaniyê û Girê Sipyê li xwe girît û bi kûratiya 5 ta 14 kîlomeran, jibo vê amancê sipayê Tirkiya û Emerîkayê, çendîn gerên bejahî û asîmanî kirine û bingeha operasyonên hevbeş li Ruhayê damezrandine.

Li gor rêkketinê, HSDe wê çekên xwe ên giran 20 kîlometran ji sinorên Tirkiyê paşde bet.

Berevajî vê helwesta nerim a TEV-DEMê jibo Herêma Aram û guherîna demografiya navçeyên rojava, ENKSê helwestekê temam dij heye.

Îbrahîm Biro, siyasetvanê Kurd û endamê komîta têkilyên derve yên ENKSê, hişdarî ji vegerandina awareyên Sûrî ên li Tirkiyê jibo navçeyên rêveberiya xweser dayne ku biryare li Herêma Aram were xwechikirin û got: “Şer bi dawî nehatiye, lewma vegerîna awareyan bo cihên wan yên resen karekê asan nîne, lewma me tiris heye ku Tirkî 3 milyon awareyan li wan navçeyên rêveberya xweser xwecih bike ku ne ji xelkê wan navçeyane”.

Îbrahîm Biro dibêje: “Asayî ye awareyên Kurd werin vegerandin, lê vegera awareyên navçeyên din ên Sûriyê bo navçeya aram wê bi ramana guherîneka demografiya Rojava were zanîn, tirsa wê çendê jî wê gelekî mezin be”.

Serokkomarê Tirkiyê li dawî daxuyaniya xwe li dor Herêma Aram, hişdarî dane Emerîkayê ku ger hengavên wê rijd û bi piraktîk nebbin, Tirkî wê tekalî livînê ber bi Rojhilatê Firatê bike.

Pustên heman beş