Balefirên cengî ên Tirkiyê careke din êrîşê pêgehên PKK’ê li herêma başûrê kurdistanê kir, her yek ji navçeyên Zapê, avaşîn û Gare moşek baran kirine.
Wezareta parastina neteweî a Tirkiyê îro di beyaneke nivîskî de eşkere kir, balefirên cengî ên supayê wilatê wan, êrîşên asîmanî li dijî parta karkerên kurdistanê kirine, her yek ji navçeyên Zapê, avaşîn û çîyayê Gare moşek baran kirin.
Wezaretê her wiha eşkere kir, ev êrîş bi alîkarya saziya hewalgîriya dewletê (Mît)ê hatye pêkanîn, 17 çekdarên PKK’ê hatine berteref kirin.
Wezareta parastina neteweyî a Tirkiyê di dawiya beyana xwe da dibêje: “li gel zirarên PKK’ê ên vê êrîşê, hejmara çekdarên PKK’ê di heyama hefteyekê de bûne amanca balefirên cengî, gihaye 51 çekdaran.