Cendirman fermandareke jin a PKK’ê li Dêrsimê kuşt

Cendirman fermandareke jin a PKK’ê li Dêrsimê kuşt

Tirkiyê xelat jibo destnîşan kirina cîyê Çîçek Kaplanê û Dilgeş destnîşan kirbû

Arteşa Tirkiyê operasiyona bejayê li sînorê Dêrsimê dijî parta karkerên kurdistanê kir û hejmareke çekdarên PKK’ê têde berteref kirin, lê belê 2  ji wan çekdaran jibo Tirkiyê gelek girîng bûn.

Li gur beyaneke nivîskî a wezareta nav xwe a Tirkiyê, di operasiyona Dêrsimê de ku îro roja şemî 5/10/2019 fermandariya Cendirman dijî PKK’ê kirbû, 2 çekdarên PKK’ê ên di lîsta sor û gewir a daxwaz kiryên dewletê de, hatine kuştin.

Her yek ji (Aytin Êne) ku di lîsta sor deye, her wiha (Mehdî Kaplan) di lîsta gewr deye, ew 2 çekdarên PKK’ê ne ku li Dêrsimê hatîne kuştin, wezareta nav xwe a Tirkiyê dîmenên wan jî weşandine.

Her wiha eşkere kir, operasiyona bûye sedema kuştina (Kaplan û Êne) bi alîkarya saziya hewalgîriya dewletê (Mît)ê hatbû pêkanîn.

Piştre û dema lekolîn hatye kirin, eşkere bû ku çekdarên hatye berteref kirin bi navê (Aytin Êne) ku navê wê ê nihênî (Çîçek Kurtalan) û berpirsa meydanî a Dêrsimê bû û navê wê li cem Tirkiyê di lîsta sor deye û 4 milyon Lîre weke xelata eşkere kirina cîyê wê hatbûn destnîşan kirin.

Her wiha çekdarê duyemîn bi navê (Mehdî Kaplan) û navê nihênî (Dilgeş) bû, di lîsta gewr de bû û 300 hizar Lîre jibo eşkere kirina cîyê wî hatbû destnîşan kirin.

Cendirman fermandareke jin a PKK’ê li Dêrsimê kuşt

Pustên heman beş