Li Şirenxê 14 gumanbarên PKK’ê tên girtin

Li Şirenxê 14 gumanbarên PKK’ê tên girtin

Îro 14 gumanbarên parta karkerên kurdistanê PKK’ê li navenda bajarê Şirenxê yê bakûrê kurdistanê ketin dest hêzên ewlehiyê.

Medya Tirkiyê ji hinek çavkaniyên ewlehiyê ên parêzgeha Şirenxê veguhastine, îro roja şemî tîmên asayîşê û dije terorê operasiyon li navenda bajar kirin, wan 14 gumanbarên PKK’ê binçavkirin.

Parêzgehîya Şirenxê eşkere kiriye, wan gumanbarên ku hatîne binçavkirin, pirobaginde jibo parta karkerên kurdistanê li torên civakî kirine, ew jibo lekolîn û lêprisînê jibo navenda asayîşa Şirenxê hatin veguhastin.

Çavkaniyan eşkere kirine ku di operasiyona binçav kirinê de, tifeng û çekên sivik û çapemenî ên qedexe kirî, dest bi serda hate girtin.

Pustên heman beş