Bi vîdyo bibîne.. Bordoman kirina PKK’ê li navçeya Nehlê

Balefrên cengî yên Tirkiyê îro careke din livînên parta karkerên kurdistanê li sînorê navçeya Çemankê a girêdayî parêzgeha Dihokê bordoman kirin û zirarên canî gihane PKK’ê.

Çavkaniyên taybet bi Darka Mazi yê ve eşkere kirin ku îro serê sibê roja yekşemî, balefirên cengî ên Tirkiyê, livînên çekdarên PKK’ê li aqarê gundê Hîzankê li sînorê navçeya Çemankê li devera Nehlê amanc kirine.

Çavkanî xweya dikin, balefirên Tirkiyê îro li sat 7:30 sibê ev êrîşa asîmanî li sînorê navçeya Çemankê kirine, wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê jî heya niha zirarên bordomanê eşker ne kirine.

Balefrên Tirkiyê di dema 7 rojên bûrî de, cara sêyemîne livîna PKK’ê li sînorê navçeya Çemankê bordoman dike, dawî êrîş li çar şema bûrî li sînorê gundê Bîrîkat bû ku bi nêzî şirketên berhem anîna petrolê tê hejmartin.

Xelkê navçeyê nerazîbûneke mezn ji nêzîkiya çekdarên PKK’ê jibo gund û navçeyên sivîlan hene û ew dixwazin PKK’e ji wan navçeyan dûr be û navçeyên wan nebine meydana şer.

Pustên heman beş