Sêrgî Lavrov îro tê herêma kurdistanê

Sêrgî Lavrov îro tê herêma kurdistanê

Sêktera abûrî wê ji giringtirîn babetên nîqaşa Lavrov û rayedarên kurdistanê be

Wezîrê karên derve ê Rûsya federal, îro serdana Iraqê kir û li gel rayedarên wê civîya, her îro wê serdana herêma kurdistanê bike û wê li gel serokê parta demokrat a kurdistanê, serokê herêmê û serokê hikûmetê bicive, Sêktera abûrî  û pêşhatên navçeyê wê ji giringtirîn babetên nîqaşê be.

Wezîrê karên derve ê Rûsyayê Sêrgî Lavrov, îro roja duşemî serdana Bexdayê kir û li gel hevtayê xwe Mihemed Hekîm civîya, têkilîyên Mosko û Bexdayê, rojeva Iraqê û navçeyên nîqaş kirin.

Tê çaverê kirin her îro Lavrov serdana Hewlêrê bike û hevdîtna bi serokê parta demokrat a kurdistanê Mes’ûd Barzanî, serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serok wezîr Mesrûr Barzanî, hevdîtinan pêkbîne.

Têkilîyên hewlêr û Mosko û her wiha rewşa navçeyê û Sêktera abûrî wê li ser lîsta babetên nîqaşa Lavrov bi rayedarên herêma kurdistanê be.

Ev yekemîn care Sêrgî Lavrov tê herêma kurdistanê, wexta ku Nêçîrvan Barzanî weke serokê herêma kurdistanê dest bi kar bûy, Lavrov bi rêya balyozê Rûsya ê Bexdayê, Maksim Makismov pîrozbahî li wî kirbû.

Herêma kurdistanê û Rûsya federal di salên bûrî de, têkilîyên xwe herî xurt kirine taybet di warê enerjîyê de, ku lihevhatineke mezn li gel şirketa Rosneft a hikûmeta Rûsyayê îmza kiriye û li gorî wê, Rûsya wê neftê li herêma kurdistanê derxe.

Serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sêrgî Lavrov di wexta korbenda abûrî a cîhanî de, li Sant Petersburg a Rûsyayê, bi hevre civîya bûn û tekezî li ser pêşxistina têkilîyên du alî kirbûn.

Pustên heman beş