Balefiran PKK’e li nêzî şirketên petrolê li Çemankê amanc kirin

Balefiran PKK’e li nêzî şirketên petrolê li Çemankê amanc kirin

Balefirên cengî ên Tirkiyê, careke din hereketên çekdarên parta karkerên kurdistanê PKK’ê li sînorê navçeya Çemankê amanc kirin, êrîş bi dûratiya kîlometrekê ji şirketên petrolê bû.

Çavkaniyên taybet bi Darka Mazi yê re eşkere kirin, êvara îro roja duşemî, balefirên cengî ên Tirkiyê careke din çekdarên PKK’ê li sînorê navçeya Çemankê li nêzî şirketên derxistina petrolê kirine amanc û zirar gihane PKK’ê.

Balefrên cengî, li demjimêr 5:20 êvara îro xalên PKK’ê li çîyayê Xêrê li nêzî gundê Miseleka ê girêdayî Çemankê li navçeya Nehlê bordoman kirine ku bi qedera kîlometrekê dûrî şirketên derxistina petrolê bûne.

Çekdarên PKK’ê di heyama hefteyekê de, cara duyemîne xwe nêzî şirketên petrolê li navçeya Çemankê dike, ev jî bi hewleke wan jibo lêdana jêrxana abûra kurdistanê tê hesab kirin.

Pustên heman beş