HSD’e: Emerîkayê careke din Xencer li pişta kurdan xist

HSD’e: Emerîkayê careke din Xencer li pişta kurdan xist

Emerîkayê bi eşkere bi HSD’ê re gutîye ku di cenga li gel Tirkiyê de emê piştgiryê li we nekin

Hêzên Sûriya demokratîk dibêje: “Emerîkayê bi biryara xwe a vekşandina leşkeran ji rojava kurdistanê û her wiha dayîna destûra êrîş kirina ser rojhelata Firatê, Xencerê cardin li pişta kurdan dixe”.

Hêzên Sûriya demokratîk ku hevpeymaniya wê û Emerîka di şerê dijî DAIŞ’ê û terorê de li asteka berz bû, Emerîka bi îxanet li gelê kurd sûçdar dike û wiha dibêje: “wan car din Xencer li pişta kurdan xist”.

Bi nerîna HSD’ê, êrîşa rojhilata Firatê wê bandoreke herî nigetîv liser hewlên dijî DAIŞ’ê bike, hemwext wê tirseke mezn bike ser rewşa mirovatiyê, weke netewên yekbûîy îmaje kir ku dûr nîne koçber bûneke bi kom li rojava derkeve holê.

Di vê derbarê de, Banos Mosîs rêxerê karên mirovatî ê herêmî li Sûriyê dibêje: “emê xwe jibo rêyeke bi tiris amade dikin”.

Leşkirên Emerîkî navendên rojava çûl kirine

HSD’e: Emerîkayê careke din Xencer li pişta kurdan xist

Hemwexta fermana Donald Tiramp ê serokê Emerîkayê a vekşandina hêzan ji Sûriyê, vekşandina leşkiran bi piraktîk dest pê kir, îro roja duşemî, leşkirên Emerîkî û ên hevpeymaniya navdewletî ji 2 bingehan li nêzî girê sipîyê û serê kanîyê xwe vekşandin û HSD’e bi çûna xwe haydar kir û pêre gotine: “di cenga we û Tirkiyê de, emê tu piştgiryekê li we nekin”.

Şer wê li ku derê û çi wext dest pê bke

Receb Teyîb Erdogan serokê Tirkiyê îro yekşemî eşkere kir, leşkirên Emerîkî dest bi vekşandinê ji hinek navçeyên bakûrê rojhilata Sûriyê kirine, ev vekşandin piştî peywendîya wî bi Tiramp re çêbûye.

Her wiha dibêje: “li naverasta meha çirî a duyemîn a 2019an ewê serdana Emerîkayê bike jibo ku digel Tiramp di derbara herêma ewlehiyê de bicive”.

Tirkiyê wexteka dirêje daxwaza avakirina herêmeke ewlehiyê li navçeya rojhilata Firatê dike, ew dixwaze ev herêm bi kûratîya 32 kîlometran be, bi awayekî ku tu hebûneke yekîneyên parastina gel (YPG’ê) têde nebe, jiberku Tirkiyê (YPG’ê) bi terorîst meyze dike, hemwext bi xeter li ser ewlehiya xwe a neteweî.

Emerîka ku piştgiryeke bê sînor ji alê çekan û meşqê ve li (HSD’ê) û (YPG’ê) di salên derbasbûyî de kiriye, îro ew bi zelalî haydar kirine ku karîn wan ên hevbeş êdî tune ne, (HSD’ê) ev yek bi îxanet û xistina Xencerê li pişta kurdan nav kirine.

Kîno Gabiryêl Berdevkê HSD’ê dibêje: “biryara Emerîka em hêbetî kirin, emerîkayê destûr da ku navçe bibe agir”.

HSD’e: Emerîkayê careke din Xencer li pişta kurdan xist

Rayedareke Tirk di derbara vekşandina leşkirên emerîkayê de dibêje: “pirosa vekşandinê wê dema hefteyekê bidome, arteşa Tirkiyê ta wexta hemû leşkir tên vekşandin tu hengavek nabe, anku êrîş wê piştî vekşandina temam were kirin”.

Rûsya federal çi dibêje?

Koçka seroktiya Rûsya federal di vê mijarê de dengê wê hebû, Dêmêtrî Pîskof Berdevkê Kirimlênê eşkere kir ku divê yek parçeya xaka Sûriyê were parastin, Mosko wê çavdêrîya vekşandina wan hêzan li Sûriyê bike ku bi awayekî ne qanûnî hatine.

Emerîka û Tirkiyê li Tebaxa îsal razî bûne herêmeke ewlehiyê li bakûrê rojhilata Sûriyê were avakirin, lê belê Tirkiyê Emerîka bi gîro kirina avakirina wê herêmê sûçdar dike û li hefteya bûrî hoşdarî dan ku ger hengavên wê cidî nebe, Tirkiyê wê tekalî hereketê bike.

HSD’e: Emerîkayê careke din Xencer li pişta kurdan xist

Pustên heman beş