Lavrov piştgirî û dostatiya Rûsyayê bi rayedarên kurdistanê re pişt rast dike

Lavrov piştgirî û dostatiya Rûsyayê bi rayedarên kurdistanê re pişt rast dike

Wezîrê karên derve ê Rûsya federal, êvara îro gihîşt Hewlêra paytexta herêma başûrê kurdistanê û her rast digel serok wezîrê herêma kurdistanê civîya, piştre civîn li gel serokê parta demokrat a kurdistanî û serokê herêma kurdistanê pêkanîn, têkilîyên Hewlêr û mosko behsa sereke a wan civînan bû, Sêrgî Lavrov piştgirîna Rûsyayê jibo herêma kurdistanê tekez kir.

Sêrgî Lavrov di yekemîn serdana xwe da jibo herêma kurdistanê, êvara îro li balefirxaneya navdewletî a Hewlêrê ji alê Mesrûr barzanî serokê hikûmetê hat pêşwazî kirin.

Lavrov piştgirî û dostatiya Rûsyayê bi rayedarên kurdistanê re pişt rast dike
Piştre û di hevdîtinekê de ku hejmareka wezîrên û berpirsyarên hikûmetê têde hazir bûne, Mesrûr barzanî û Sêrgî Lavrov mijarên têkilîyên herêma kurdistanê û Rûsya federal, pêşxistina têkilîyan, rewşa navçeyê û Iraqê, her wiha têkilîyên Hewlêr û Bexdayê nîqaş kirin.

Piştre Sêrgî Lavrov û şanda pêre, serdana Mes’ûd barzanî serokê parta demokrat a kurdistanê kir, lavrov û barzanî melefên ewlehiyê, rewşa navçeyê û Iraqê di civînê behis kirine, piştre barzanî albûmeke dîmenên pêşmerge ên kurdistanê bi Lavrov re bexşî.

Lavrov piştgirî û dostatiya Rûsyayê bi rayedarên kurdistanê re pişt rast dike
Wezîrê karên derve ê Rûsya federal ji alê Nêçîrvan barzanî serokê herêma kurdistanê hat pêşwazî kirin, têkilîyên hewlêr û Mosko yê, hemwext ên hewlêr û Bexdayê gotubêj kirin, herdu aliyan tekezî li pêşde birina wan têkilîyên kir.

Çavkanî amaje diken, lavrov Sêktera abûrî bi girîngî li gel rayedarên herêma başûrê kurdistanê re muzakere kiriye ku herêma kurdistanê û şirketa Rûsneftê lihevhatineke mezn heye.

Wezîrê karên derve ê Rûsyayê, îro roja duşemî serdana Bexdayê kirbû li gel hevtayê xwe Mihemed Hekîm civîya, têkilîyên Mosko û Bexdayê, rojeva Iraqê û navçeyê nîqaş kirin.Piştre lavrov li gel Adil Ebdulmehdî serokê wezîran û Berhem Salih serok komarê Iraqa federal û hejmareke berpirsyarên din civîya.

Lavrov piştgirî û dostatiya Rûsyayê bi rayedarên kurdistanê re pişt rast dike
Ev yekemîn care Sêrgî Lavrov tê herêma kurdistanê, wexta ku Nêçîrvan barzanî weke serokê herêma kurdistanê dest bi kar bûy, lavrov bi rêya balyozê Rûsya ê Bexdayê, Maksim Makîsmov pîrozbahî li wî kirbû.

Herêma kurdistanê û Rûsya federal di salên bûrî de, têkilîyên xwe herî xurt kirine taybet di warê enerjîyê de, ku lihevhatineke mezn li gel şirketa Rûsneft a hikûmeta Rûsyayê îmza kiriye û li gorî wê, Rûsya wê neftê li herêma kurdistanê derxe.

Serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan barzanî û Sêrgî lavrov di wexta korbenda abûrî a cîhanî de, li Sant Petersburg a Rûsyayê, bi hevre civîya bûn û tekezî li ser pêşxistina têkilîyên du alî kirbûn.

Pustên heman beş