BEDRAN ÇÎYA: HSD’E Û REJÎM WÊ GOTUBİJAN BİKİN

Bedran Çîya: HSD’e û rejîm wê gotubêjan bikin

Şêwirmendê rêveberiya xweser a bakûrê rojhelata Sûriyê eşkere kir, dibe ku nîqaşa wan bi rejîma sûryê re dest pê bike.

Şêwirmendê rêveberiya xweser a bakûrê rojhilata sûryê Bedran Çîya îro daxuyanî di derbara pêşhatên navçeyê dan û wiha axvî: nedûre rêveberiya xweser, nîqaşê bi Dîmeşqê û Sûriyê re dest pê bike, jibo ku tu valatîyek piştî vekşandina leşkirên Emerîkî, ne derkeve holê.

Bedran Çîya dibêje: ger Emerîka navçeya bakûrê rojhilata sûryê vala bke, taybet navçeyên sînor, rêveberiya xweser, wê hemû rêyekê jibo pir kirina wê valatîyê nîqaş bike.

Şêwirmendê rêveberiya xweser û berpirs di nava hêzên Sûriya a demokratîk HSD’ê de, eşkere dike, nîqaşa wan bi Dîmeşqê û Moskoyê re, wê ne tenê jibo cih girtina leşkirên emerîkayê be li bakûrê rojhilata sûryê, lê wê nîqaşa bersîngirtina her êrîşeke Tirkiyê jî be li ser navçeyê.

Hêzên Sûriya demokratîk, duh biryara vekşandina hêzên Emerîkayê ji bakûrê Sûriyê bi îxaneta li gelê kurd bi nav kir û eşkere kir, ew wê bê fikir berevaniyê ji her êrîşeke Tirkiyê ji xwe bikin.

Pustên heman beş