BARZANÎ: JİBO KU ROJAVA NEHAMETİYÊ NEBÎNE HEWLÊN ME HENE

BARZANÎ: JIBO KU ROJAVA NEHAMETIYÊ NEBÎNE HEWLÊN ME HENE

Serokê parta demokrat a kurdistanê îro di peyamekê de eşkere kir, ew wê hemû hewlekê bide jibo ku gelê rojava kurdistanê careke din sitem û nehametiyê nebîne.

Mes’ûd barzanî, serokê parta demokrat a kurdistanê, îro roja sêşemî 8/10/2019 peyamek li hesaba xwe a twitterê weşand û têde wiha nivîsandîye: emê hemû hewlekê bidin ku gelê me li rojava kurdistanê careke din sitem û nehametiyê nebîne.

Barzanî her li wê derbarê de dibêje: em ji pêşhatên herî dawî ên rojava kurdistanê dil giranin, jibo ku rewş aram bibe, em di peywendiyên berdewam dene.

Serokê parta demokrat a kurdistanê di civîna xwe a duh roja duşemî de li gel Sêrgî Lavrov wezîrê karên derve ê Rûsya federal ku serdana Hewlêrê kirbû, melefa rojava bi Lavrov re nîqaş kir û xwast rola Rûsyayê jibo rêgirtinê li aloz bûna rewşê li rojava kurdistanê hebe.

BARZANÎ: JIBO KU ROJAVA NEHAMETIYÊ NEBÎNE HEWLÊN ME HENE

Pustên heman beş