Lİ HEFTENÎNÊ DİRBEKE MEZİN Bİ PKK’Ê KET

LI HEFTENÎNÊ DIRBEKE MEZIN BI PKK’Ê KET

Li Heftenînê û Xwakurkî ên li herêma başûrê kurdistanê ku parta karkerên kurdistanê bi herêma Heftenînê nas dike, îro 9 çekdarên PKK’ê di êrîşeke asîmanî de, canê xwe ji destda.

Li gor beyaneke nivîskî a wezareta parastina neteweî a Tirkiyê, balefirên cengî navendên PKK’ê li navçeya Heftenînê a herêma başûrê kurdistanê amanc kirine, bi sedema êrîşê, 9 çekdarên PKK’ê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tirkiyê eşkere kir, ev êrîş bi hemahengî a teşkîlata îstixbarata neteweî a Tirkiyê (Mît)ê hat pêkanîn.

Her wiha tesbît kir ku navendên PKK’ê li navçeya xwakurkî jî bûne amanca moşekên wan.

Parta karkerên kurdistanê tu zelalîyek di mijara herdu êrîşan de nedane, lê Tirkiyê tesbît kirine ku 9 çekdarên PKK’ê berteref bûne.

Pustên heman beş