LAVROV Bİ ÇAWÎŞOXLO RE AXVÎ

LAVROV BI ÇAWÎŞOXLO RE AXVÎ

Sêrgî Lavrov êvara îro peywendî bi hevtayê xwe ê Tirk kir pêşhatên bakûrê Sûriyê pêre nîqaş kir.

Wezareta karên derve a Rûsya federal di beyaneke nivîskî de eşkere kir, êvara îro roja sêşemî, Sêrgî lavrov wezîrê derve ê Rûsya îro di derbara rojhilatê Firatê de peywendî bi hevtayê xwe ê Tirkiyê kir.
Beyanê tu amaje bi hundirê peywendîya Lavrov û Çawîşoxlo neda, tenê wiha dest nîşan kir: “herdu wezîran go emê nîqaşê bidomînin”.

Peywendîya Lavrov bi Çawîşoxlo, hemwexta serdana wî a herêma başûrê kurdistanê ye ku şevê din li gel serokê parta demokrat a kurdistanê, serokê herêma kurdistanê û serokê hikûmeta herêma civîya bû.

Di tev civînan de, rayedarên başûrê kurdistanê xwestin rola Rûsya federal di parastina kurdên rojava de hebe.

Pustên heman beş