HİKÛMETA KURDİSTANÊ JI TİRKİYÊ DİXWAZE ÊRÎŞA TEKALÎ NEKE

HIKÛMETA KURDISTANÊ JI TIRKIYÊ DIXWAZE ÊRÎŞA TEKALÎ NEKE

Hikûmeta kurdistanê li dor bakûrê Sûriyê peyam weşand

Hikûmeta herêma başûrê kurdistanê helwesta xwe a fermî li dor pêşhatên bakûrê rojhilata Sûriyê ragihand û dil giranî a xwe a herî zêde ji biryara vekşandina leşkirên Emerîkî ji wê navçeyê diyar kir, ev jî tekista wê peyamê ye:

Hikûmeta herêma kurdistanê dil giraniya a xwe a herî zêde li beranber biryara vekşandina hêzên wîlayetên yekbûîy ên emerîkayê ji herêma aram a bakûrê rojhilata sûryê nîşan dide, hemwext wan raporên behsa sedemên êrîşa tekalî a Tirkiyê li wê navçeyê dikin.

Hikûmeta herêma kurdistanê ji Tirkiyê dixwaze weke endameke hevpeymaniya navneteweyî li şerê dijî terorê, çi hengavan nehavêje ku bandoreke nerênî bike ser derketina çekdarên terorîst ên desteser kirî.

Derencama her alozî û pêşhateke leşkirî, wê bandora xwe li derve sînorên sûryê jî hebe, nedûre rewşeke wiha derkeve holê ku bibe sedema vegerîna DAIŞ’ê û aware bûna hejmareke zor a gel. Lewma gelek pêwîste her alî bi hêzên kurdî ve, bi rêya diyalogê rewşê aram bikin.

Hikûmeta herêma kurdistanê tekeziyê dike ku pêwîste pirisgirêkan çareseriyeke giştî jibo were dîtin bi awayekî ku mafên hemû hemwilatiyên Sûriyê bi gelê kurd ve têde parastî bin.

 Herêma kurdistanê li şerê dijî terorê û DAIŞ’ê de, qurbanî ên mezn dane û niha jî mêhvandarî a 1.1 milyon aware û Penaberan dike ku praniya wan di destpêka qeyranê de pena jibo herêma kurdistanê înane. Erkê civaka navneteweyî rê jibo dirist bûna pêleke din a aware bûnê bigre.

Hikûmeta herêma kurdistanê di wextekê de ji nêzîk çavdêrîya rewşê didomîne, bi rêya çendîn kenala kar li ser pirsê dike.

HIKÛMETA HERÊ MA KURDISTANÊ

8/10/2019

Pustên heman beş