HSD’E BANG Lİ EMERÎKAYÊ DİKE RÊ Lİ DAGÎRKARİYA TİRKAN BİGRE

HSD’E BANG LI EMERÎKAYÊ DIKE RÊ LI DAGÎRKARIYA TIRKAN BIGRE

Hêzên Sûriya demokratîk piştî dest pê bûna êrîşa ser rojhilata Firatê, bang li emerîkayê û civaka navneteweyî dike rê li dagîrkarî a Tirkan bigre.

Navenda operasiyonên leşkirî û hemahengî a hêzên Sûriya demokratîk HSD’E îro roja çarşemî piştî dest pê bûna êrîşa Tirkiyê li ser rojava kurdistanê, bang li wîlayetên yek bûy ên emerîkayê û civaka navnetewî dike, rê li dagîrkarî a Tirkan bigre.

HSD’E li hesaba xwe a twitterê ji civaka navneteweyî û Emerîka xwastiye navçeya dije firîn were ragihandin.

HSD’E li twitta xwe nivîsandîye: “bi bawerî em beşdarî lihevhatina herêma ewlehiyê li navbera Tirkiyê û emerîkayê bûn, lê wê lihevhatinê em bê piştgirî hiştin”.

Hêzên Sûriya demokratîk HSD’E, xwastiye navçeya dije firîn were avakirin ji bo ku zirar bi xelkê sivîl nekeve.

Pustên heman beş