ARTEŞA TİRK GUNDÊN SERÊ KANÎYÊ, GİRÊ SİPÎ Û QAMİŞLO AMANC KİRİN

Êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser rojava kurdistanê êvara îro destpêkir, arteşa Tirk gundê Serê Kanîyê bordoman kirin.

Êvara îro roja çarşemî 9/10/2019 arteşa Tirkiyê û balefirên wê ên cengî di destpêka êrîşa dagîrkariya ser rojava kurdistanê de, navçeyên rojava bajarokê Serê Kanîyê li herêma Cizîrê amanc kirin.

Dîmenên wê bordomanê li gundê Mişrafe û her wiha Sefîn ên rojava serê kanîyê dokela bordomana Tirkiyê bi zelalî pêşand dide.

Balefrên cengî ên arteşa Tirk piştre her yek ji gundên Sefîn li sînorê serê kanîyê, her wiha navçeyên Girê Sipîyê û Derbasiyê, her wiha gundê Sê Girka ê gundewarê Qamişlo yê, bordoman kirine.

Pustên heman beş