Bİ VÎDYO.. BORDOMANA TİRKİYÊ LI NAVÇEYÊN SİVÎL ÊN ROJAVA KURDİSTANÊ

BI VÎDYO.. BORDOMANA TIRKIYÊ LI NAVÇEYÊN SIVÎl ÊN ROJAVA KURDISTANÊ

Balefrên Tirkiyê îro navçeyên sivîlan li rojava kurdistanê amanc kirin û tirseke herî zêde li cem xelk çêbûye, HSD’E dibêje: 25 balefirên Tirkiyê li asîmanê rojava geriyane.

Êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser navçeyên rojava kurdistanî êvara îro destpêkir, serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan navê Kaniya Aşêtiyê li operasiyonê kiriye.

Hemwexta dest pê bûna êrîşê, balefirên cengî ên Tirkiyê û Topxanên hêzên bejayî gundên Serê Kanîyê, Girê Sipî, Dirbasiyê û her wiha Qamîşloyê bordoman kirine û hinek navendên HSD’ê bûne amanc.
Hêzên Sûriya demokratîk eşkere kir ku 25 balefirên cengî beşdar êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê ne û li asîmanê rojava firîn kirine.

Her wiha xweya kir, balefiran êvara îro bi kûratîya 50 kîlometran di nav xaka sûryê de bordoman kirine, bordoman jî li navçeyên sivîlan bûne û tirseke herî zêde li cem gel çêbûye.

Berdevkê HSD’ê mistefa balê li hesaba xwe twitterê pişt rast kiriye ku bordoman li navçeyên sivîlan çêbûne.

Hemwext medya fermî a dewleta Sûriyê, eşkere kir ku hinek teqîn li bajarokê Serê kanîyê çêbûne piştî ku balefirên Tirkiyê bordoman kirîn.

Pustên heman beş