Rêberê Kurdistanê û tekoşîna berdewam ji bo yekrêziya Rojava

RÊBERÊ KURDISTANÊ Û TEKOŞÎNA BERDEWAM JI BO YEKRÊZIYA ROJAVA

Pêşêl kirina lihevhatina Dihokê ji aliyê PYD’ê ve semta tekoşîna rojava ber bi aqareke nediyar bir

A rûhin û eşkere ye ku her digel têkçûna rewşa Sûriyê, Mes’ûd Barzanî rêberê gelê kurd û serokê parta demokrat a kurdistanê ku di wî demî de serokê herêma başûrê kurdistanî bû, hemû hewl û tekoşîneke xwe kir ji bo ku kurdên rojava, di bin yek seywan de berhev biket heya ku mifa a kurdan ji wan guherînên wê li sûryê werin encamdayîn hebe û cardin kurd nebe sotemeniya şer.

Mes’ûd Barzanî, hewlên cidî dan ku kurdên rojava li hev kom bke û rê nede weke başûr kurd li ser çendîn aliyên cuda parve bibin û ev yek bibe ciyê dil xweşî û mifa ji bo dewletên dagîrkar, ji bo vê mebestê her di zû de peywendî bi aliyên siyasî ên kurd li rojava kurdistanê dike, lê belê bi mixabinî ev hewla Mes’ûd Barzanî ser ne girt, jiberku hinek aliyên kurd li rojava ew rewşa heyî li wir bi derfet zanîn û li şûna hewildan bo ji hevdu nêzîk kirina aliyên kurdî ku Barzanî hewleke herî zêde ji bû di da, heya ku cardin weke nexweşyeke kevin ku di nav kurdan de heye hewla dijatî kirina hevdu da bi taybetî alîyeke siyasî ku weke her car bi baştir di dît li şûna nêzî tevger û bizavên azadîxwaz ên kurd be, xwe nêzî rejîma sûryê kir û şerê bi wekalet ji bo wê rejîmê li navçeyên kurdî encam da û tu bihayek bi hewlên Barzanî neda.

Her dema rewş li rojava derbasî xeterê bûy Barzanî lê xwedî derketye

Piştî ku rewşa rojava kurdistanê derbasî qonaxeke herî xeter bûy û DAIŞ’ê bi rengeke hovane êrîşî gelê kurd li rojava kir û rûbereke mezn ji xaka kurdistana rojava dagîr kir, rewş pir xeter ket bi taybetî li aliyê kobanê, Barzanî careke din dilsozî a xwe a ji bo kurdan û her çar parçeyên kurdistanê diyar kir û bi rêya peywendiyên xwe ên siyasî mezintirîn dojminê gelê kurd “Tirkiya” razî kir ku rê bi başûrê kurdistanî bide, ji bo alîkarya birayên xwe ên kurd li kobanê hêzeke pêşmerge ên kurdistanî li ser xaka Tirkiyê de derbasî rojavayê wilat û bajarê kobanê bibe, ev yekem car bû di dîrokê de, bi awayekî fermî pêşmerge ên kurdistanê weke hêzeke nîzamî a kurd bi çekên sivik û gran ve li ser axa Tirkiyê de derbasî parçeyeke din a kurdistanê bibin ji bo alîkarya birayên xwe helbet ger bi hewlên cidî ên Barzanî nebaye bi tu awayekî ev yek pêk nedihat.

RÊBERÊ KURDISTANÊ Û TEKOŞÎNA BERDEWAM JI BO YEKRÊZIYA ROJAVA

Li roja 28/10/2014 an bi fermana Barzanî yekem gera pêşmergehan li başûr berev rojava bi rê ketin, û mil bi milê şervanan re şiyan balansa hêzê ku li wî demî de di berjewenda çeteyên DAIŞ’ê de bû bi guherin û kobanê ji dest van çeteyan rizgar bikin, pêşmerge bi çar geran derbasî rojava bûn û li dawyê karîn her hemû kobanê rizgar bikin, piştî rizgar kirina kobanê her li ser fermana Barzanî hêza pêşmerge ên kurdistanî berev başûr vegeran û bi tu awayekî weke hêzên din ne got jiberku me ev der parast û rizgar kir emê li vir bimînîn!

PYD’ê pêşdestiyên Barzanî ret kirin û biryar ji Qendîlê wergirt

RÊBERÊ KURDISTANÊ Û TEKOŞÎNA BERDEWAM JI BO YEKRÊZIYA ROJAVA

Sererayî hemû alîkariyên Barzanî ji bo gelê rojava, lê belê parta yekîtiya demokratîk PYD’ê ku biryar li qendîlî wergirt, tu hêzeke siyasî û serbazî a nêzî Barzanî li rojava qebûl nekir û her hemû bi rengeke dûr ji rewiştî li rojava der kirin, lê dîsan Barzanî hewl da van hêzan li hev bicivîne û lihevhatineke siyasî di navbera aliyên siyasî ên kurd di berjewenda gelê kurd de îmze bke, piştî ku liser daxwaza Barzanî aliyên siyasî ên kurd li rojava (TEV_DEM û encûmena niştîmanî a kurd) li Dihokê kom bû paş 9 rojan bi serpiriştiya Barzanî û li roja 22/10/2014 karîn lihevhatineke siyasî îmze bikin, her wiha Barzanî ragihand ku ew weke serokê herêma başûrê kurdistanî wê her alîkaryeke pêwîst ji rojava re bişîne, her çend di kongireyeke rojnamevanî de piştî lihevhatina Dihokê Aldar Xelîl nûnerê TEV-DEM’ê ragihand jiber rewşa navçeyê bi giştî û hereşeyên çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî me bi fer zanî li ser bangewaza serok Barzanî vê lihevhatinê îmze bikîn, lê belê dîsan weke her car TEV-DEM li sozên xwe xwedî derneket û bi awayeke herî xirab dest bi der kirina serkirdên ENKS’ê li rojava kir, her wiha rê bi derbas bûna pêşmergeyên roj jibo rojava neda û tu xaleke lihevhatina Dihokê bicî nekir.

Paş aloz bûna rewşa rojava dîsan Barzanî dilsozîya xwe ji bo gelê kurd ê rojava diyar kir û bi fermana Barzanî deryên sînor ên başûr li hember hejmareke herî zêde a kurdên rojava hat vekirin, her dîsan Barzanî ferman li dezgehê xêrxwazî ê Barzanî kir ku bi zûtirîn dem alîkarîyan ji gelê rojava re bişînin, jiberku ew di rewşeke herî xirab da ne, ev bû ku li ser fermana Barzanî vê dezgehê çendîn caran alîkarya gelê rojava kir bi taybetî gelê kobanê ku di rewşeke herî ne baş de bûn, ev alîkariyê pêk hatbûn ji hezaran tenên xwarnê û hezaran litrên gaza spî û derman û kone û pîdawîstyên din, dîsan Barzanî çendîn caran civaka navdewletî rexne baran û şermezar kir jiber girîngî nedan bi gelê kurd ê rojava kurdistanê.

Barzanî û hewlên navdewletî ji bo parastina rojava ji nehametiyê

RÊBERÊ KURDISTANÊ Û TEKOŞÎNA BERDEWAM JI BO YEKRÊZIYA ROJAVA

Di niha de jî paş aloz bûna rewşa rojava ji egera biryara êrîşa dewleta faşîst a Tirkiyê bû ser gelê rojava bi behaneya ava kirina herêma ewlehiyê ji aliyê Tirkiyê de, Barzanî çendîn caran bi rayedarên herî blind ên nav dewletî re civîyaye û peywendî bi wan re kiriye ku rê nedin Tirkiya êrîşî gelê kurd bike û bibe egera kuştina kurdan bû mînak li roja 7/10/2019 Barzanî di hevdîtinekê de digel Sêrgî lavrov li Hewlêra paytexta kurdistanî, Barzanî daxwaz ji lavrov kir ku Rûsya federal kar ji bo parastina mafên kurdan li rojava kurdistanê de di niha û pêşerojê de biket her wiha li roja paş de wate li 8/10/2019 peyamek di hesaba xwe a twitterê de sebaret rojava weşand û têde diyar kir emê hemû hewlekê bidîn ji bo ku gelê me li rojava kurdistanê careke din sitem û nehametiyê nebîne, dîsan weke bersiv ji bo Donald Tiramp ê serokê Emerîka ku gotbû kurdan beranberî şerî çek û dirav wergirtine Tiramp rexne kir û pêre got ku xuyna kurdan ji çek û diravan pir bi bihatire.

Ev helweste û bi sedan helwestên din ên mîna van dibin dilopeke biçûk ji derya ya dilsozî a rêberê gelê kurd ji bo rojava wilatî.

RÊBERÊ KURDISTANÊ Û TEKOŞÎNA BERDEWAM JI BO YEKRÊZIYA ROJAVA

Pustên heman beş