PKK’E FERMANÊ Lİ YPG’Ê DİKE RÊ NEDE GELÊ ROJAVA XWE RİZGAR BİKE

PKK’E FERMANÊ LI YPG’Ê DIKE RÊ NEDE GELÊ ROJAVA XWE RIZGAR BIKE

Encama siyaseta şaş a PYD’ê êrîşa ser rojava kurdistanê bû

Îro roja duyemîn a êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê ye li ser rojava kurdistanê, ev êrîşa ku bi sedema siyaseta şaş a Partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê û balê wê ê leşkirî YPG’ê li ser hatye sepandin.

Darka Mazî yê hinek zanyariyên herî taybet ji çavkaniyên xwe ên rojava kurdistanê wergirtine û eşkere bû ku PYD’ê û balê wê ê leşkirî YPG’e, dixwaze zirara herî zêde bigehe xelkê sivîl, ji bo ku ew bikaribe bi wê yekê raya giştî ava bike, taybet li qada navnetewî.

YPG’ê zalgeh danane û rê nade yek aware derbasî başûr bibe

Çavkaniyên taybet ên Darka Mazî yê eşkere kirine ku şervanên YPG’ê zalgeh li derdûrên bajar û gundan bicî kirine jibo ku xelkê sivîl nikaribe rêyekê ji xwe re bibîne û rizgar nebe, hemwext serkirdatiya PYD’ê ferman li yekîneyên xwe ên YPG’ê kirine ku bi tu awayekî rê nedin gelê rojava di deriyê Sêmalka re derbasî başûrê kurdistanê bibin.

Her wiha çavkanî ên Darka Mazî yê eşkere kirine ku YPG’ê ferman li panzînxaneyan kirine ku panzînê û mazotê zêde nedin hemwilatî ên rojava ji bo ku karîna revînê û xwe rizgar kirinê nebe.

PKK’ê ferman li YPG’ê kir li navçeyên bê şer îstifzaza Tirkiyê bikin

Darka Mazî yê ji çavkanî ên xwe ên rojava tesbît kir ku YPG’e û şervanên HSD’ê li hemû wan gund û bajarokên ku şer hîna niha derbas nebûye têde weke, (Dêrkê, Girê Sipîyê, Derbasiyê, Tirbe Sipîyê û Qamîşloyê), herî zêde îstifzaza Tirkiyê bikin, bi rêya teqe kirin, YPG’ê ev telîmat û ferman raste rast ji Qendîlê û PKK’ê wergirtine.

Amanca PKK’ê ji evê hengavê, zêde kirina zirara bi xelkê sivîle ji bo ku bi derfet bibîne raya giştî li navendên navnetewî pê ava bike , anku PKK’e dixwaze rewşê wiha nîşa gel û cîhanê bide ku gel zirar pêketîyên êkê ên êrîşa ser rojava ne û wê rastiyê perdepoş bike ku ev êrîşa rojava rastî wê bûy, ji sedema siyaseta wê a şaşe.

PKK’E FERMANÊ LI YPG’Ê DIKE RÊ NEDE GELÊ ROJAVA XWE RIZGAR BIKE

Pustên heman beş