NÊÇÎRVAN BBARZANÎ: Jİ BO RAGİRTİNA ŞER HEWLÊN ME HENE

NÊÇÎRVAN BBARZANIÎ: JI BO RAGIRTINA ŞER HEWlÊN ME HENE

Li peyameke di derbarê operasyona serbaziya Rojhilata Firatê li Sûriyê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî derbirîna dilgiranî û nîgeraniyên xwe, daxwazê ji civaka navdewletî û Encûmena Asayîş kir ku rola xwe ya ji bo ragirtina şer û vegerana aştiyê de bibînin. Her wiha ragihand ku ji bo ragirtina şer amadeyê hemû navendgirî û hevkariyeke, ji bo vê mebestê jî di hewla berdewamdaye.

Naveroka peyamê:

Her di destpêkê ve bi hûrî çavdêriya rewşê dikîn û bi dilgiranî û nîgeraniyekî kûr ve li operasyona serbaziya Rojhilata Firatê li Sûriyê temaşe dikîn bi taybetî ku gropên tundrewên opozîsyona Sûriyê têda beşdarin. Şer dergehê li ser kuştar û derbederî û koçber bûna xelkê sivîl û dirustbûna nearamiyê li tevahiya navçeyê da vedike û gef û metirsiya serhildana terorê jî cidîtir û mezintir dike.

Me ku li Herêma Kurdistan û Iraqê qurbaniyekî zêde ji bo têkşikandina terorê daye û me êşên şer dîtiye, gelek bi dilgiranî û hestiyariyê ve li aloz bûna rewşê û têkçûna asayîş û nemana aramiyê dibînin ku encama çaverê nekirî û metirsîdariya navçeyê û cîhanê lê dikeve, ji bo wê yekê bi navê ragirtina şer û dirustkirina aramiyê da, li hewla berdewam dayîne û ji bo hemû navendgîrî û hevkariyek jî amadeyîn.

Şer û pêkdadan tenê alozî û pişêwî û metirsiyê li navçeyê de zêde dike, destkeftên têkşikandina DAIŞ’ê ji nav dibe û li berjewendiya tu aliyek da nabe, ji bo wê yekê daxwazê ji civaka navdewletî û Encûmena Asayîşê dikîn çareseriyekî dadperwerane ji bo paşaroja Sûriyê peyda bike bi cûreyek ku mafê hemû pêkhatên wê têda parastî bê û bi cidî rola xwe ji bo ragirtina şer û vegerana aramî û parastina aştî û diyalogê û çareseriyeke siyasî bibine û rê nede xelkê sivîl derbeder û koçber bibin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/10/2019

Pustên heman beş