Jİ DESTPÊKA ÊRÎŞR DAGÎRKARÎ 30 SİVÎL ŞEHÎD KETİNE

JI DESTPÊKA ÊRÎŞR DAGÎRKARÎ 30 SIVÎl ŞEHÎD KETINE

Ji destpêka êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser rojava kurdistanê, 30 hemwilatî ên sivîl şehîd ketine.

Nerîngeha Sûriyê a mafên mirovan, îro roja şemî 12/10/2019 amareke nû a zirarên canî ên xelkê sivîl, piştî dest pê bûna êrîşa dagîrkarî ku Tirkiyê navê Kaniya Aşêtiyê lê kirine, 30 kesên sivîl şehîd ketine.
Her wiha eşkere kir, ev 30 sivîl ji encama êrîşên balefirên cengî ên Tirkiyê, Topxanên arteşa azad û mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê û hemwext teqe ya raste rast a eskerên Tirkan şehîd ketine.

Şehîdên rojava kurdistanê ên van navçeyan bûne:

  • Zaroyek, jinek, du kale mêr li taxên Qedru Beg û Zeytûne li Qamîşloyê – moşek bi malên wan ketbûn.
  • 4 şehîd ên gundê Bacyê ê Girê sipîyê ne – bi êrîşa balefiran
  • 4 şehîd ên gundewarê Serê Kanîyê ne – êrîşa topbaranan
  • 3 şehîd li ser rêya Girê Sipîyê yek ji wan berpirsyareke hizbî ye – bi teqeya raste rast a eskerên Tirkiyê
  • 3 şehîd li Girê Sipîyê – nîşan şikênên Tirkiyê amanc kirine
  • 3 şehîd ku 2 ji wan karmendên rêveberiya xweserin li gundê Mutegleg li gundewarê Girê Sipîyê bi teqeya raste rast
  • Zaroyeke keç li gundewarê Tirbespyê – topbaranan şehîd kiriye
  • Zilamek li gundewarê Girê Sipîyê – bi topbaranan şehîd ket
  • Zelamek li Serê kanîyê – bi topbaranan şehîd ket
  • Zelamek li Dirbêsyê – bi nîşan şikênên arteşa tirkiyê
  • Keçek li ser rêya Qamîşloyê – nîşan şikênên Tirkiyê ew keç şehîd kirine
JI DESTPÊKA ÊRÎŞR DAGÎRKARÎ 30 SIVÎl ŞEHÎD KETINE

Pustên heman beş