Emîndara giştî a parta Ayinde a Sûriyê, Hevrîn Xelef, di boseyeke terorîstin DAIŞ’ê de li ser rêya sereke a Qamişloyê hat teror kirin.
Hat ragihandin ku duh roja Eynî 11/10/2019an, Hevrîn Xelef Emîndara parta Ayinde a Sûriyê kete boseyeke terorîstên DAIŞ’ê li ser rêya navdewletî a bajarê Qamişloyê li rojava kurdistanê û hat teror kirin.
Medya hêzên Sûriya demokratîk îro nûçeya şehîd kirina Hevrînê weşandine û pişt rast kirine ku ew ji alê terorîstên DAIŞ’ê ve li ser rêya Qamişlo û Reqayê hatye teror kirin.
Her wiha eşkere kirine ku Hevrîn li wexta ku nîyaza wê hebû were bajarê Qamişloyê, bombeke çandî a DAIŞ’ê bi erebeya wê de teqîyaye û canî xwe winda kiriye.
Hevrîn li sala 1983an de hatye dinyayê li bajarê Dêrkê ê rojava kurdistanê, dîya wê S’ad Xan pêgeheka herî diyar hebû û çendîn caran hevdîtinên wê bi serokê zîndan kirî ê PKK’ê Ebdulla Ocalan re hebûne.
Ji destpêbûna şorşa gelê rojava li 19 Tîrmeha sala 2012an, Hevrînê beşdarî a wê di şoreşê de hebû, weke çalakvanek ji bo hişyar kirina lawên rojava, piştre weke çalakvaneke civaka sivîl derket holê, hemwext û piştî berniyas bûna wê, bû birêvebra civata abûrî a Qamişloyê.
Piştre û li 21 Kanûna duyemîn a sala 2014an û ragihandina rêveberiya xweser, Hevrîn Xelef weke cihgira birêveberê desteya enerjîyê li herêma Cizîrê tekoşîna xwe berdewam kir, piştre û li sala2018an dest bi xebata siyasî kir û digel hejmareka kesatiyên Sûriyê ji kurd, Ereb Siryanî parta Ayinede ava kir û di yekemîn kongre de, weke Emîndara wê partê hat dest nîşan kirin.