BARZANÎ: WEXTA MUZAYEDÊ NÎNE DİVÊ HEWLÊN ME JİBO Bİ DAWÎ ANÎNA ŞER BE

BARZANÎ: WEXTA MUZAYEDÊ NÎNE DIVÊ HEWLÊN ME JIBO BI DAWÎ ANÎNA ŞER BE

Serokê parta demokrat a kurdistanî îro peyamek ji bo raya giştî belav kir û têde êrîşa ser rojava kurdistanê bi xeter nav kiriye û dibêje: “li vê rewşa xeter, wext ne wexta muzayedên bê feydeye, divê hemû hewlên me ji bo bi dawî kirina şer be”, ev jî tekista wê peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezn û dilovan

Ji bilî wê yekê ku di dema derbas bûyî de me gelek hewl dan ku şer û ne aramî ji gelê kurd li Sûriyê dûr bikeve û êdî êş û karesat rû nedin, lê belê Mixabin li çend rojên derbas bûyî navçeyên kurd nişînên bakûrê sûryê tûşî êrîş û rewşeke metirsîdar bûn.

Berdewam bûna şer û rewşa metirsîdar, gefeke gelek ciddîye li ser jiyana xelk û asayîş û aramiya giştî a navçeyê dike armanc.

Li vir de bi pêwîst dizanim bi xelkê xweragirê kurdistanê û hemû aliyan ragihînim ku sedemên wê şerê her çi bin û her aliyek kêmtirxem be yan destê wan li vê rewşa tirsinak de hebe, niha dem, dema muzayedên bê feyde û nerînên atîfî û hilçûnê nîne. Dema wê yekê ye ku em hemû alî her çi hewl û şîyana me de heye bikar bînîn ji bo ku dawiya vê şerê bê û êdî xelkê bê tawan Baca wê rewşa metirsîdar nedin û rê li guherîna demografiya wan navçeyan jî bê girtin.

Mes’ûd barzanî

12/10/2019

Pustên heman beş