GELÊ KOBANÊ Bİ SEDEMA ÊRÎŞA HOVANE AWARE DİBE

GELÊ KOBANÊ BI SEDEMA ÊRÎŞA HOVANE AWARE DIBE

Operasyona dagîrkarî a rojava kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve her ku diçe berfireh tir dibe û ji sedema bombebaran kirina heremekî a sivîlan ji aliyê arteşa dagîrkar a Tirkiyê, gelê kurd li Kobanê neçar man ber bi navçeyên aram birevin.

Paş ku operasyona dagîrkarî a ser rojavayê kurdistanî ber bi roja 4an çûy, êrîşa arteşa dewleta Tirk berifreh tir dibe û navçeyên sivîl tên bombebaran kirin, ev yek jî bûye sedema tirsê li cem hemwilatî yên kurd bi taybetî li Kantona kobanê.

Li gur zanyariyên taybet ên Darka Mazî yê îro hejmareke herî zêde a gelê kobanê jiber êrîşên hovane ên dewleta dagîrkar a Tirkiyê neçar man Kobanê bi cî bihêlin û ber bi navçeyên aram birevin.

Tê zanîn ku enya şer li Girê sipî û Serê Kanîyê pir dijwar bûye û li gurey ragihandineke neteweyên yek bûyî bi qasî 200 hezar kesan ta niha gundewarên xwe bicî hiştine.

Pustên heman beş