Kurdên Emerîka li wîlayeta Naşvîlê ku rêja herî zor a kurdan li wir jiyan dikin, ji serokê Emerîka pirr torene û nefret baran dikin.
Duh roja eynî, bi hezaran kurdên rojava, başûr û bakûra kurdistanê ên wîlayeta Naşvîlê derketin cadê û siloganên dijî Donald Tiramp ê serokê emerîkayê berz kirin, wan acizî a xwe a herî zêde ji êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser rojava kurdistanê îlan kirin.
Hinek xwenîşanderan siloganên wan wiha bûn: “serok tramp ji soza xwe paşde nezivre”.
Hinekan jî wiha nivîsand bû: “hest bi xedir û îxanetê dikîn”, lê belê hinekên din bi tramp re gotin: “serok ger we koçber nevên, sedemên koçber bûnê ragirin”.
Xwenîşanderên kurd ji bilî pirotesto kirina êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê, bang li civaka navneteweyî jî kirine ku kurdan bi parêze.
Li rojên bihên hinek xwenîşandanên din ên kurdan ji bo piştgirî a berxwedana gelê rojava kurdistanê wê li wîlayetên Dalas, Waşinton û Nîyoyorkê werin rêxistin.