Eskerên arteşa Tirkiyê îro êrîşî keçeke kurd a bajarê Qamişloyê kir bi sextî birîndar ket û piştre di jûra neştergerîyê de, jiyana xwe ji dest dide.
Eskerên Tirkiyê îro li ser rêya sereke a li navbera bajarên Nisêbînê û Qamişlo ên rojava kurdistanê, gulle avêtin keçeke kurd a bi navê (Îman Îbrahîm) ku temena wê 24 salin û bi sextî birîndar ket.
Her wiha piştre ji bo nexweşxana Qamişloyê tê veguhastin û li wir di jûra neştergerîyê de, jiyana xwe ji dest dide.
Noşdarên ku neştergeriya Îmanê kirine, eşkere kirin ku gulle bi zikê wê ketbûn, birîneke herî mezn û dijwar lê kirbû, wan gelek hewl dan ku rizgar bikin, lê belê wê jiyana xwe ji dest da.
Bera şehîd ketina Îman a keça kurd, li serê sibê a îro roja şemî û bi sedema êrîşa asîmanî a arteşa Tirkiyê li ser bajarê Qamişlo yê, 2 hemwilatî şehîd ketin û 4 birîndar bûne.