TİRAMP: DİVÊ KURD Bİ TENÊ ŞER BİKİN

TIRAMP: DIVÊ KURD BI TENÊ ŞER BIKIN

Serokê wîlayetên Yekbûyî ên Emerîkayê îro daxuyanî li derbara êrîşa Tirkiyê li ser rojava kurdistanê da û wiha axvî: divê kurd bi tenê şer bikin.

Donald tramp li dawî daxuyaniya xwe a li derbara biryara vekşandina hêzan ji bakûrê rojhilatê Sûriyê û êrîşa dagîrkar a Tirkiyê li ser rojava kurdistanê dibêje: “divê kurd tekalî şer bikin, Emerîka wê giringîyê bide parastina sînorên xwe”.

Tramp destnîşan kir ku jibo Emerîka baştire leşkerên wê li Sûriyê nebin, tu kareke me ê wiha li wir nîne ku leşkeran bo dema 5 salên din li wir bihêlin, lewma vekşandina wan, biryareke herî rast û dirist bû.

Her li derbara kurdan de tramp got: “divê kurd bi tenê şer bikin, axir şerê wan jibo xaka wane, wan alîkarya me di şerê me ê ji bo xaka me de nekiriye”.

Ev gotnên Tiramp hemwexta xwenîşandana dehan kurdên emerîkayê tê ku li himber koçka spî serokê emerîkayê bi îxaneta li kurdan sûçbar kirine.

Pustên heman beş