Dezgeha xêrxwazî a Barzanî bangewazek bi mebesta bi hanaveçûna xelkê rojavayê kurdistanê ku niha li rewşeke xirap a mirovî de ne, daxuyanyek belav kir ku eve jî naveroka wêye:
Rewşa rojavayê kurdistanê li rewşeke mirovî a nebaş û xirap de ye, hezaran mirovên bêguneh ji jin û zaroyan metirsî liser jiyanê wan heye û bi vê sedemê jî mal û warên xwe bicî hiştin û koçber bûn.
Di demek da hêvîdarîn her çi zûye dawî bi şer û malwêranîyê bê, heman demî de radgihînîn ku me amadehîyeke tevahî heye ji bo bi hanaveçûna xelkê sivîl ê rojavayê kurdistanê û daxwaz ji hemû Kurdistaniyan, rêxistin û Dezgeh û saziyên mirovî ên cîhanê dikîn, her wekî çewa li berê li rêya Dezgeha xêrxwazî a Barzanî ve hevkariyê pêşkêşî xelkê koçber û Penaberan kiriye bi heman awayî palpiştê me bin ji bo wê yekê ku bi hanaya xelkê sivîl ê rojavayê kurdistanê ve biçe û êşên wan kêm bikîn.
Li heman demî de daxwaz ji desthilata rojavayê kurdistanê dikîn rêxweşker bin û ji bo gihandina hevkarîyan hêsankarîyeke tevahî ji bo tîmên dezgehê bikin.
Dezgeha xêrxwazî a Barzanî
12 Cotmeha 2019