DÎMENÊN KOMKUJİYA DAGÎRKARİYA TİRKİYÊ Lİ SERÊ KANÎYÊ

DÎMENÊN KOMKUJIYA DAGÎRKARIYA TIRKIYÊ LI SERÊ KANÎYÊ

Balefirên arteşa Tirkiyê êvara îro kom kujiyek li sînorê Serê Kanîyê pêkanî wexta ku karwanekê erebeyên sivîlan bomb baran kirîn, 11 hemwilatî şehîd ketin û 74 birîndar.

Çavkaniyên Rojava Kurdistanê eşkere kirin, êvara îro roja yekşemî 13/10/2019an, Balefirên cengî ên dagîrkariya Tirkiyê, li sînorê bajarokê Serê Kanîyê, qafîleyeke sivîlan ku ji bo piştgirî a berxwedan ji navçeyên cuda ên bakûra rojhilata Sûriyê hatbûn, bomb baran kir.

Agahiyên destpêkî behsa şehîd ketina 11 hemwilatiyan kirine, hemwext 74 hemwilatî birîndar bûne, şehîdek û 6 birîndar medya karin.

Pustên heman beş