Lİ SERÊ KANÎYÊ Û GİRÊ SİPÎYÊ 130 HEZAR KES KOÇBER BÛNE

LI SERÊ KANÎYÊ Û GIEÊ SIPÎYÊ 130 HEZAR KES KOÇBER BÛNE

Êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê li ser rojava kurdistanê di dome, li heyama rojên bûrî, 130 hezar kes aware û koçber bûne.

Netewên yekbûîy îro amareke nû a koçber bûna gelê rojava weşand û li gur wê amarê, tenê ji bajarokên Serê Kanîyê û Girê Sipîyê, nêzî 130 hezar kesan koçber bûne.

Bajarokên serê Kanîyê û Girê Sipîyê û gundewarên wan bajarokan,  ji roja 9î cotmehê ku wexta dest pê bûna êrîşa dagîrkarî a Tirkiyê bû, rastî bordomaneke herî giran a balefirên cengî û Topxanên hêzên bejayî bûne.

Netewên yek bûy hemwexta eşkere kirina hejmara koçberên serê kanîyê û Girê Sipîyê dibêje: “nêzî 400 hezar Wilatiyên sivîl ên navçeyên cuda ên şer li rojava kurdistanê, tiris li ser jiyana wan heye û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye”.

Her li vê derbarê de, Nerîngeha Sûriyê a mafên mirovan eşkere kir ku bi awayekê giştî bêhtirî 200 hezar Wilatiyên rojava ji destpêka êrîşa dagîrkarîyê koçber bûne navçeyên aram.

LI SERÊ KANÎYÊ Û GIEÊ SIPÎYÊ 130 HEZAR KES KOÇBER BÛNE

Pustên heman beş